Protestoyên Karkeran li HABAŞ’ê; Nêzî 20 Kes Hatin Desteserkirin

Protestoya Karkeran li hember fabrîkaya HABAŞ li Tirkîyê

Medyaya Tirkîyê radigihîne ku karkerên fabrîkaya HABAŞ’ê ya li Alîaga ya li Îzmîrê li pêş fabrîkayê dest bi protestoyan kirine.

9’ê Mijdarê, bi peqîna li HABAŞ’ê 19 karkeran canê xwe ji dest dabûn û 14 karkerên din jî birîndar bûbûn.

Karkerên beşdarî protestoyan bûne, dixwazin ku sazîyên serbixwe ser qada peqînê lêkolînan bikin û bang li xwedîyê fabrîkayê dikin ku heta tedbîrên ewlekarîya kar têne temamkirin betlaneya bi mûçe ragihîne.

Vîdyoyên piştrastkirî yên li ser medyaya civakî nîşan didin ku hêzên ewlekarîyê mudaxaleyan li karkeran dikin û hinekên wan desteser dikin.

Li gor ragihandina Yekîtîya Karkerên Egeyê hejmara karkerên hatine desteserkirin nêzîkî 20’an bûye.

Polîs li nêzî fabrîkaya HABAŞ kom bûn, dema ku karkeran dixwestin xwepêşandanê encam bidin. 12ê Mijdarê 2026an.

Yekîtîya Karkerên Egeyê îro Înê serê sibê dîyar kiribû ku fabrîkaya HABAŞ’ê hewil daye ku dest deyne ser telefonên karkeran.

Ser peqîna li HABAŞ’ê heta niha 9 berguman hatine girtin û bo du bergumanan jî cezayê girtina li malê hatiye dayîn.

RTUK, ku li Tirkîyê medyayan dişopîne û kontrol dike, ser peqîna li HABAŞ’ê qedexeya weşanê ragihandiye.