Li Tirkîyê Reaksyonên li Hember Destdanîna Hikûmetê ya Ser Halk TV

Miîkrofonên Halk TV

Rêxistinên mafan ên navneteweyî, partîyên opozîsyona Tirkîyê û karbidestên Ewrupî, ji alîyê hikûmetê ve dest danîna ser kenalê Halk TV, ku yek ji kanalên sereke yên opozîsyonê ye, şermezar û rexne kirin.

Di rexnekirinan de, bal hat kişandin bo ser zêdebûna sînordarkirin û zexten ser azadîya ragihandin û çapemenîyê li Tirkîyê.

Ozgur Ozel, serokê Partîya Yenî ku opozîsyona sereke ye Hikûmeta Tirkîyê got ku operasyona dîjî televîzyonê, ji alîyê hikûmetê ve binpekirina desthilatê ye.

"Serdagirtina kenaleke televîzyonê di serêî sibeyeke zû de, û destnîşankarina ji xwerayî ya rêveberekî bo kenalê karekî wisa ye ku tenê dîktator dikarin bikin," Ozel li ser X’ê got.

Şandeyek DEM Partîyê jî serdana ofîsa Halk TV ya li Enqerê kir û dijî polîtîkayên erkdarkirina qeyûman û zextên ser medyayê nerazîbûn nîşan da û hikûmet bi bêdengkirina medya opozîsyonê tawanbar kir.

Tulay Hatimogullari, hevserokê DEM’ê got, "Rejîma qeyûm li vî welatî perçe perçe hate damezrandin. Bi şaredarîyan dest pê kir, û niha li Tirkîyê tiştek nemaye ku qeyûm lê nehatibe erkdar kirin".

Veysel Ok, hev-rêvebirê rêxistina çavdêrîya mafên medyayê (MLSA), got ku destwerdana dijî Halk TV " di hewldanên hikûmetê yên jibo kontrolkirina herikîna agahîyan de, yek ji wan gavên herî bi bandor bû."

Rêxistina Efûya Navneteweyî (Amnesty International) destwerdana Halk TV'yê wek “derbeyeke giran a li azadîya medyayê” pênase kir.

Human Rights Watch jî ew wekî “êrîşeke giran li azadîya derbirînê û azadiya medyayê” bi nav kir.

Raportorê Parlemana Ewrupa yê Tirkîyê Nacho Sánchez Amor jî destwerdan şermezar kir û derbarê zêdebûna sînordarkirinên li ser azadiya medyayê hişyarî da.

Di çarçoveya lêpirsînek serdozgerîya Stenbolê de, polîsan serê sibeha Çarşemê avêtin ser navenda giştî ya Halk TV li Stenbolê , weşanên televîzyonê rawestandin û jibo kanalê qeyûmek erkdar kirin.

Li gor dozgerîyê, dijî xwedîyê Halk TV’yê Cafer Mahiroglu bi îdiayên bertîlxwarin, destwerdana neqanûnî di îhaleyan de û şûştina pereyan ku dij qanûnî hatine bidestxistin lêpirsînek tê rêvebirin.

Dozgerîyê jibo 17 kesan biryara desteserkirinê daye û heya niha 11 kes hatine girtin.

Mahiroğlu, ku li derveyî welat dijî û ji alîyê dozgerîyê ve tê lêgerîn, îdiayên dijî xwe red kirin û ev roj wekî “jibo Tirkîyê rojeke tarî” bi nav kir.

Wî got ku mafê gel ê gihîştina agahîyan bi sedemên siyasî tê binpêkirin û dadwerî wekî çek tê bikaranîn.

Li gor ragihandina Komeleya Azadîya Derbirînê (İFÖD), êvara Çarşemê jibo hesabên Halk TV yên li ser medya civakî -YouTube, X, Facebook û Instagram- biryara astengkirinê hatiye girtin. Lê ew biryar heta niha bi temamî nehatine bicihanîn.

Di îndexa azadîya medyayê ya Cîhanê ya rêxistina "Rojnamevanên Bê Sînor (RSF)” de, Tirkîye di nav 180 welatan de yên ku azadîya rojnamegerîyê binpê dikin di rêza 163'an de cih digrê.