Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan berpirsê payebilind ê Hemasê li Xezayê, destê rastê yê Yehya Sinwar, yek ji plankerên sereke yên êrîşên 7ê Cotmehê yên li ser Îsraîlê, kiriye armanc.
Çavkanîyeke ewlehîyê berê ji medyaya Îsraîlê re gotibû ku berpirsekî payebilind ê Hemasê bi şev bûbû armanca êrîşeke asmanî ya Îsraîlê li Xezayê.
Li gorî daxuyanîyeke Îsraîlê, hêzên leşkerî û yên Şîn Bet hewl dane ku Elî Ehmed Amûdî li bajarê Xezayê roja Şemîyê êvarê dema ku ew di apartmanekê de bû ku ji bo çalakîyên terorîstî dihat bikaranîn, bikin armanc.
Artêşa Îsraîlê dibêje ku Amûdî wekî kesayetîya herî bilind a Hemasê li Xezayê tê naskirin û di biryarên têkildarî êrîşên Hemasê de rolek lîstîye.
Îsraîl dibêje ku Amûdî di nûavakirina Hemasê ji bo şer de beşdar bûye.
Li gorî artêşa Îsraîlê, ew di kuştina çar Îsraîlîyan a sala 1993'an de li Kenara Rojava û bûyera sala 1994'an a li Ramallahê de ku tê de Noam-Menachem Cohen di operasyonekê de hate kuştin, beşdar bûye.
Amûdî berê berpirsiyarê medyaya rêxistina Hemasê bû û wek yek ji bebijêrên sereke ji bo cihgirtina Xelîl Heyye di serokatîya Ofîsa Siyasî ya Hemasê li Xezayê de dihate dîtin.
Heyye çend meh berê bû serokê Ofîsa Siyasî ya Hemasê û niha ji Qeterê kar dike.
Herwiha, Amûdî di meha yekê de bi awayekî demkî berpirsiyarîya Ofîsa Siyasî ya Hemasê li Xezayê girtibû.
Tê zanînn hind raportên medyayê dibêjin ku hewldana kuştina Amûdî "bi ser neketiye". Dengê Amerîkayê nikarî rastîya van raportan piştrast bike.