Hamasê îro Pêncşemê ragihand ku gefên dubare yên Serokê Amerîka Trump li dijî Filîstînîyan piştgirîya Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu dike ye ku ji agirbesta Gazayê vekişe û dorpêça li ser deverê tundtir bike.
Berdevkê Hamasê Ebdulletîf El-Qanûa ji Reutersê re got ku rêya herî baş ya azadkirina girtîyên mayî yên Îsraîlî ew e ku Îsraîl derbazî qonaxa duyê ya agirbestê bibe.
“Divê dagirkerî were neçar kirin ku pabendî peymana bin piştgirîya navbeynkaran de hatîye îmza kirin,” Qanûa got.
Trump roja Çarşemê Hamas tehdît kiribû ku hemî dîlan demûdest berde û termên dîlên mirî jî vegerîne.
"Ez ji Îsraîlê re her tiştê ku jibo qedandina karî hewce dike dişînim. Ger hun wekî ku ez dibêjim nekin, endamekî Hamasê jî ewle nabe. Herwiha ji gelê Gazayê re: Siberijeke geş li benda we ye, lê dema hun mirovan dîl negirin. Ger hun wiha bikin, hun MIRÎ ne! Biryareke Aqilmend bidin. NIHA DÎLAN AZAD BIKIN, YAN jî PAŞÊ HUNÊ DOJEHÊ BIBÎNIN!," Serok Trump got.
Peymana agirbesta Gazayê ku di meha Rêbendanê de ketibû jîyanê, bi nûnerê Trump re ku ligel nûnerên rêvebirîya Biden hatibû gotûbêj kirin. Peyman bang dike ku rehîneyên mayî di qonaxa duyê de werin azad kirin û dû re planên dawîn yên dawîkirina şer werin gotûbêj kirin.
Qonaxa yekê ya agirbestê roja Şemîyê bi dawî hatibû û Îsraîl ji wê demê ve dorpêçek bi tevahî danîbû ser hemî tiştên ku derbazî Gazayê dibin. Îsraîl ji Hamasê xwest ku bê destpêkirina danûstandinên jibo dawîkirina şer, dîlên mayî berde.
Filîstînî dibêjin ku ev astengîya hatina alîkarîyan rewşa wêran ya 2.3 mîlyon rûniştvanên ku li wêranîyên Gazayê hîn xirabtir bike û dikare bibe sedema birçîbûnê.
Jêder: Reuters