Harris Seredana Sîngaporê Didomîne

Your browser doesn’t support HTML5

Cîgira Serokê Amerîka Kamala Harris seredana Sîngaporê dike ku peyamekê bide hevbendên Amerîkî ku Washington bi berdewamî bi wan re ye
Cîgira Serokê Amerîka Kamala Harris di çaroveya seredana Başûrêrojhilata Asyayê de îro li Sîngaporê ye ku peyamekê bide hevbendên Amerîkî ku Washington bi berdewamî bi wan re ye.

Piştî vekişîne ji Afganistanê hin tirs di nav hevalbendên Amerîkî de derketine ku Washingtonê wê wana jî tenê bihêle.

Lê, Harris armanc dike ku di vê seredana xwe de mesajên hevkarî û piştgirîya Washingtonê bigehîne.