DAIŞ'ê Êrîşî Hesekê Kir, Kuştî û Birîndar Hene

Bajarê Hesekê

DAIŞ îro Çarşemê bi hawanan êrîşek giran bir ser taxên Kurd yên bajarê Hesekê.

Di heman demê de trombîlekê xwekujî ya bombekirî jî hate xebitandin û ajotkjar ew li nêzîkî ser navenda giştî ya Asayîşê li wî bajarî.

Berdevkê Giştî yê Asayîşa Rojavayê Kurdistanê, Mihemed Xelo ji Dengê Amerîka re ew êrîş şîrove kir:

"Plana DAIŞ ew bû ku trombîla xwe bipeqîne û rê ji xwe kujeran re veke ku derbasî hindurê navendê bibin. Lê, di encama bersîva Asayîşê û bi hişyarîya wan, êrîş têk çû û êrîşkar hat kuştin û 2 xwekujer bi saxî hatin dîl girtin. "

Li gor agahîyên pêşîn, di êrîşan de endameke Asayîşê ya jin jîyana xwe ji dest da û 2 kesên din jî birîndar bûn.

Di êrîşên hawanî ya ser taxan sîvîlan de, li gor peywendîyên Dengê Amerîka 4 sîvîl hatin kuştin û 11 kesên din jî birîndar bûn .

Rojnamevan Xalid Omer li bajarê Hesekê piştrast kir ku 50% ji taxên Salihîyê û Miftî hat vala kirin.

Your browser doesn’t support HTML5

ZO_5_6_15