Hasan Kaya: Sîyaseta Davutoglu ya Ser Sûrîyê Îflas Kir

Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de nivîskar Hasan Kaya pevçûnên berdewam yên li bajarê Serêkanîyê dinirxîne ku navbera Kurdan û grubên çekdar yên Ereb didomin.

Birêz Kaya dibêje, sîyaseta Tirkîyê ya ser Sûrîyê ku Wezîrê Derve Ahmet Davutoglu birêve dibe îflas kirîye jiber ku ew sîyaset xewn e, ne tiştekî rastbîn e.

Hasan Kaya herwiha dibêje, herêma Kurdan aram e û Kurd dikarin xwe biparêzin. Loma jî ew ne hewceyî leşkerên bi pere yên ji derve ne ku Tirkîyê dişîne.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîn_Hasan_Kaya