Serokê Îranê Amerîka û hevalbendên wê yên Kendava Erebî tawanbar kirin bi êrîşa doh a dijî temaşeyeke leşkerî li başûrê rojavayê welêt ku di encamê de 25 kes hatin kuştin û nêzîkî 70 kesên din birîndar bûn.
Serok Hesen Rûhanî îro Yekşemê û bê ku wan bi nav bike got:
“Hemî welatên biçûk ên kirêkirî li herêmê piştgiriya Amerîka werdigrin… Amerîkî wan gur dikin û alavên pêwîst didin wan ji bo pêkanîna gunehkariyên wiha.”
Rûhanî berî ku Tehranê bicî bihêle, ji bo amadebûna kombûna giştî ya Neteweyên Yekgirtî, got:
“Amerîka wek zordarekî li beramber cîhanê tevdigere.”
Serkirdeyê Îranê got bersiva welatê wî dê nêzîk û di çarçoweya yase û berjewendiyên niştimanî yên Îranê de be.
Wî got wê Amerîka li dor dijminahiya xwe poşman bibe.