Bûyerên li Sûrîyê diqewimin bandoreke mezin li welatên din yên Rojhilata Navîn dike. Welatên wek, Libnan, Îraq û Îsrael kartêkirinên piştî ketina rejîma Sûrîyê bi rengine cuda têne şirove kirin.
Li Lubnanê, ku herdem ne aramiyeke siyasî peyda dibe, rewş girêdayî ye ya ku li Sûrîyê dibe. Guhertinên li Sûrîyê bi awayekî derbasî nav jiyana siyasî ya Lubnanê jî dibin.
Nivîskarê Lubnanî yê Rojnameya El Heyat, ya bi zimanê Erebî, Hazim Saxiyê dide xuya kirin guhertinên Sûrîyê xwedî encamên mezin in li Lubnanê ku reng e paşeroja welat dîyar bikin.
Birêz Saxiyê di hevpeyvîna ligel Pişka Kurdî de dibêje Sûrîyê weku rejîm dikare gelek zîyanan li Rojhilata Navîn bike.
Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, kerema xwe lînka dengî li destê rastê klîk bikin.