Şivan Perwer: Bila Her Kes Piştgîrîya Pêvajoya Aştîyê Bike

Rêberê Partîya Karkerên Kurdîstanê Abdullah Ocalan di Newroza Dîyarbekirê de bang kir da ku çek bêdeng bibin û hêzên PKK'ê ji sînorê Tirkîyê derkevin.

Hundermend Şivan Perwer kêfxweşîya xwe dîyar kir jibo pêvajoya sekinandina şerî li Tirkîyê.

Di hevpeyvînekê de bi Dengê Amerîka re, birêz Perwer got ku jibo pêvajo bi encamek baş dawî bê, her kes lê xwedî derkeve û piştgîrî bike.

Hundermendê navdar herwiha got ku miletê Kurd miletekê mezin e, kes nikare miletê Kurd rawestîne. Lewma ew mecbûr in bi miletê Kurd re aşt bibin.

Your browser doesn’t support HTML5

Raport