Rêberên HDP'ê Dibêjin Ewê di Cejna Ramazanê de li Herêma Erdhejê Bin

Bajare Semsûrê (Arşîv)

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) ragihand ku hevserokê wê û hin endamên din yên partîyê wê di Eyda Ramazandê de li herêma erdhejê bin.

Li gor bernameyê, Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar û parlamantera partîyê Tulay Hatimogullari dê roja yekê ya cejnê herin Hatayê.

Sirri Sureyya Onder û Alî Kenanolgu dê li Semsûrê serdana afatzedeyan bikin.

Hevseroka Partîya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Hevberdevkê Peywendîyên Derve yên HDP’ê Hişyar Ozsoy jî dê li Bazarcix û Elbistanê bin.

Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir û Hevberdevka Peywendîyên Derve yên HDP’ê Feleknas Uca jî dê herin Meletî.

HDP wê jiber doza girtina wê ji lîsta Partîya Çep ya Kesk têkeve hilbijartinê.

Jêder: HDP, DBP