Betal Kirina Destûrnameyên HDPê li Wanê Tê Şermezar Kirin

Protestoya gelê Wanê li dij betalkirina destrûrnameyên HDPê

Li Wanê piştî daxwaznameyên hevşaredarên HDP’ê yên bajarokên Artemêt (Edremît), Ebex (Çaldiran) û Tuşbayê hatin betal kirin, HDP û hin sazîyên civaka sivîl bi daxuyanîyan ev yek şermezar kirin.

Protestoya gelê Wanê li dij betalkirina destrûrnameyên HDPê

HDP’ê xwest ku li parka Feqîyê Teyran a li navenda bajar daxuyanîyê bide, lê polîsan bi sedema biryara qedexeya walîtîyê destûr neda û jiber vê yekê endamên partîyê li ber avahîya HDP’ê li hev civîyan.

Parlamantera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan got ku hikûmeta AKP’ê, di hilbijartinan de têk çoye û bi rêbazên nehiqûqî dixwaze têkçûyîna xwe bide veşartin.

“YSK’ê îradeya gelê me binpê kirîye. Em li bendê ne YSK li gorî rêgezên xwe û qanûnên makezagonê tevbigere û vê biryara xelet betal bike. Emê heta ku mafê xwe dest bixin, têkoşîna xwe ya rewa berdewam bikin.” Got, Muazzez Orhan.

Li alîyê din, Konfederasyona Kedkarên Civakî (KESK) û Beşa Wanê ya, Yekitîya Odeyên Mîmar û Endezyaran a Tirkîyeyê (TMMOB) jî bi daxuyanîyan heman rewş şermezar kir. Sazîyan daxwaz kirin ku bi demildest YSK biryara xwe betal bike û destûrnameyan bide xwedîyê wan.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Arif Aslan - Wan 15 04 2019