Wezaretê Karê Navxweyî ya Tirkîyê roja Duşemê qayum danî ser şaredarîyên HDP'ê yên li bajarê Batmanê û Farqîn, Lîce, Erxenê, Egil (Amed), Norşîn (Betlîs), Goxçebax (Sêrt) û Halfelî (Îdir).
Salîm Kaplan, Cîgirê Hevserokê HDP'ê yê ji revêbirîyên heremî berpirs, ji Dengê Amerîka re got ku di demeke pir dijwar de, ku tendirustîya cîhanê jiber korona di rewşeke xeter de ye, hikûmet dijî Kurdan sîyaseteke neyarane dimeşîne.
“Hikûmet bêhiqûqîyê û neyartîya dijî Kurdan mêzin dike. Di rewşeke wiha awarte ya tendirustîyê de, gel nikarê bertek nîşan bide û AKP ji wekî fersendek ew operasyonên li diji şaredarîyên me çêdikê.”
Kaplan bi berdewamî dibêje ku li hemî cîhanê seferberîyek heye û herkes bi hevkarîye dixwaze çareserîyekê ji vîrusa korona re bibîne, lê hikûmeta AKP'ê di wî warî de baş kar nake.
“Gel ji helwesta AKP'ê ya hember korona nerazîbuna xwe nîşan dide û ew bi destdanîna ser şaredarîyên HDP'ê, dixwaze rojevê biguherê.”
Your browser doesn’t support HTML5