Serdozgerîya Komarî ya Diyarbekir îro Sêşemê ser Tifaqa Netweyî ya Kurdistanê (Hevbendî) lêpirsîn da destpêkirin.
Hevbendî di rojên borî de bi beşdarîya partî û platformên wek PSK, PDK-Bakur, PWK, Pelkurd û Vejînê hatibû damezirandin.
Bi lêpirsîna serdozgerîyê bo Serokê PSK’ê Bayram Bozyel û jimareke kesên din biryara destesekirinê hatiye dayîn.
PSK dîyar kir ku ewê bi desteserkirinan ji têkoşana xwe venegerin û ewê karên xwe yên bo bidestxistina mafên Kurdan bidomînin.
Operasyonên desteserkirina sîyasetvanên Hevbendî'yê li bajarên wek Amed, Mêrdîn, Batman û Enqere çêbûne, lê hejmara kesên hatine desteserkirin tam zelal nebûye.
Berdevkê Vejînê Ferîd Azad ji Dengê Amerîka re da zanîn ku bo 24 saetan qedexe danîne ser dosyeya lêpirsînê û ew tenê bi rêka hevalên xwe dibînin ku nêzî 20 kesên ji Hevbendî’yê hatine desteserkirin.
Ferîd Azad dîyar ku wan lîsteya kesên desteserkirî ji parêzerên xwe re şandine û got dibe ku hejmara desteserkirîyan zêdetir bibe.
Lêpirsîna ser Hevbendî’yê û desteserkirina sîyasetvanên wê li vê demê rast tê ku di rojeva Tirkîyê de prosesa navê wê Tirkîyeya Bêteror heye.
Hikûmet bo vê prosesê danûstandinan bi Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) ya pro-Kurd re dike.
Partî û platformên di Hevbendî’yê de bi rexneyên xwe yên dijî DEM Partîyê têne naskirin.