Hedîye Yûsif: Gelê Herêmê Rûbirûyê Felaketeke Mirovahî Ye

Hedîye Yûsif endama rêveberîya rêxistina Kongera Star li herêma Şehba êrîşa Tirkîyê li Bakur û Rojhilata Sûrî yê û bandora wê li ser derbiderên Efrînê dinirxîne.

Yûsif bawer dike ku plana ku Tirkîyê li Efrînê destpê kirîye, niha bi êrîşa li ser Girêsipî û Serêkanîyê didomin.

Rêvebirîya Xweser barê 300 hezar koçberên Efrînê ku ji ber êrîşa Tirkîyê derbiderbûne hilgirtîye ser xwe. Ew mehane 4 mîlyon dolar alîkarîya mirovahî tenê jibo pêdivîyên derbiderên Efrînê, ku li pênc kampan û bêtir ji 42 gundên herêma Şehba dimînin, jibo wan xerc dike.

300 hezar koçberên Efrînê hene û 300 hezar jî ji Girêsipî û Serêkanîyê koçber bûne hejmara wan dibe bêtir ji nîv mîlyon kesan ku heya kîjan radeyê wê Rêveberîya Xweser bikare be barê wan hilgire ne diyare.

Your browser doesn’t support HTML5

NR_Hedîye_Yûsif_10__21_2019