Hegseth: Me Mezintirîn Piştgirê Terorê yê Cîhanê Ji Nav Bir

Wezîrê Cengê yê Amerîkayê Pete Hegseth di bîranîna 25 salîya êrîşên 11’ê Septemberê de axivî û qala şerê li dijî Îranê kir û rejîma Îranê wekî "mezintirîn piştgirê terorê yê cîhanê" bi nav kir.

Hegseth got ku Amerîkayê di şeş mehên borî de ew rejim têk birîye.

Hegseth herwiha got ku "Hêzên me şerê rejîmeke dînî ya Îslamî kirin, ku nêzî nîv sedsal e mirina me dixwaze."

Wî got ku rejîma Îranê bi dehan sal in piştgirîya êrîşên terorîstî yên li dijî Amerîkayê dike û ew sedema kuştina hezaran kesan e, ku di nav wan de leşkerên Amerîkî yên li Îraq û Afganistanê jî henê.

Wezîrê Cengê yê Amerîkayê herwiha got ku Amerîkayê rêberên rejîma Îranê kirine armanc, û hêza esmanî û hêza deryayî ya Îranê ji nav birîye.

Hegseth bal kişand ser giringîya rêgirtina li ber çeka navokî ya Îranê û got: "Zextên aborî yên li ser Îranê roj bi roj zêdetir dibin."

Wî herwiha anî ziman ku ew Tengava Hormuzê kontrol dikin û dê dawî li vî şerî bînin.