Hegseth: Eger Pêwîst be, Plana Amerîka bo Zêdekirina Girjîyan Dijî Îranê Amade ye

Wezîrê Cengê Pete Hegseth li dema Rûniştina Civata Nûneran a Kongresê. 12'ê Gulana 2026'an.

Wezîrê Cengê yê Amerîkayê Pete Hegseth got ku Amerîka "planek heye bo zêdekirina alozîyan ligel rejîma Îranê ku eger pêwîst be."

Hegseth roja Sêşemê di rûniştineke Civata Nûneran a Kongresê de ev axaftin kir, rojek piştî ku Serokê Donald Trump got ku agirbest "li ber mirinê" ye û pêşniyara herî dawî ya rejîma Îranê derbarê rêkeftinê wekî "çop" binav kir.

"Planeke me heye ku eger pêwîst be girjîyan zêde bikin, planeke me heye ku leşkeran veguhêzin eger pêwîst be, û planeke me heye ji bo veguhestina kelûpelan," Hegseth got.

Tevî amadekarîyan, Wezîrê Cengê tekez kir ku pêwîstîya berdewamkirina danûstandinan ji bo gihîştina çareserîyeke dîplomatîk. Wî got ku astengkirina şiyana Îranê ya bidestxistina çekên navokî di bingeha daxwazên Amerîkayê de ye.

Karbidestê Amerîkî got: "Em di hemû alîyên vê pêvajoyê de serkeftî bûn. Îran vê yekê li ser bingeha têkbirina bêhempa ya şiyanên xwe dizane. Ji ber vê yekê ew amade ne ku werin ser maseya danûstandinan û ewê bi bicihanîna mercên me, yên Serok Trump, bidawî bibe. Me hemû çek, cebilxane û şiyana pêwîst heye ji bo bidestxistina vê armancê."

Civîna bi Wezîrê Şer re di demekê de tê ku rêveberîya Trump ji Kongresê xwestîye ku budceya leşkerî ya Amerîkî bo sala 2027'an bigihîne 1.5 trilyon dolar.

Di rûniştinê de, endamên Civata Nûneran a Kongresê bang li Wezareta Cengê kir ku hejmarên herî dawî yên li ser lêçûnên operasyonên li dijî rejîma Îranê eşkere bike.

Berpirsê Darayî yê Pentagonê Jules Hurst ji endamên Kongresê re got ku lêçûna şer heta niha bi 29 milyar dolar tê texmînkirin.