Hegseth: Armancên Me li Îranê Nehatine Guhertin

Wezîrê Cengê yê Amerîkayê Pete Hegseth ragihand ku armancên Amerîka di şerê dijî rejîma Îranê de nehatine guhertin.

Di konfranseke rojnamevanî de îro Pêncşemê li Pentagonê, Hegseth got ku ji roja yekê ya vî şerî li 28'ê Sibatê ve, armancên Amerîkayê ev in: "wêrankirina mûşek, mûşekavêj û bingeha şiyana berevanî ya Îranê da ku ew nikaribin ji nû ve ava bikin. Herwiha wêrankirina hêzên wan yên deryayî û pêşîgirtina bidestxistina çekên navokî."

Hegseth got ku Îran welatekî mezin e û rejîma Tehranê hemû dahat û alîkarî û derfetên aborî bikar anîne ji bo avakirina tunel û çêkirina mûşekan.

"Îran bi dehên salan li şûna ku çavkanîyên dewletê pêşkêşî gelê xwe bike, ew xistiye projeyên avakirina mûşek, dron, komên çekdar û bingehên jêrzemînî. Lê tevî wilo jî, em bi şêweyekî sîstematîk wan dikin armanc," wî got.

Wezîrê Cengê diyar kir ku artêşa Amerîkayê ji destpêka operasyonan ve bêtirî 7,000 bingeh û binesazîyên leşkerî yên rejîma Îranê kirine armanc.

Wî da zanîn ku berevanîya asmanî ya Îranê û pîşesazîya berevanî ji alîyê êrîşên asmanî yên Amerîkayê ve hatine wêrankirin.