Hegseth: Rêberê Nû yê Îranê Birîndar e

Secretary of War Pete Hegseth

Wezîrê Cengê yê Amerîkayê Pete Hegseth ragihand ku rêberê bilind ê nû yê Îranê Mucteba Xamineyî birîndar bûye.

Hegseth îro Înê di konferanseke rojnamevanî de li Pentagonê got: "Em dizanin ku qaşo rêberê bilind ê nû yê Îranê birîndar e û dibe ku laşê wê hatibe şêwandin."

Wezîrê Cengê got ku Mucteba Xamineyî daxuyanîyeke nivîskî belav kiriye, lê vîdyo tuneye.

"Ez bawer dikim hûn dizanin çima. Bavê wî hatiye kuştin. Ew jî birîndar e û revîyayî e. Rewatîya wî nîne," Hegseth ji rojnamevanan re got.

Karbidestekî Îranî jî roja Çarşemê gotibû bi Xanimeyî sivikî birîndar bûye, lê ew li ser karê xwe ye.

Piştî kuştina Elî Xamineyî di roja yekem a êrîşên Amerîka û Îsraîlê dijî rejîma Îranê de, kurê wî Mucteba wekî rêberê nû yê rejîma Îranê hate destnîşankirin.

Wezîrê Cengê yê Amerîkayê got ku ji destpêka van operasyonên hevbeş ve li 28'ê Sibatê, bêtirî 15,000 armancên rejîma Îranê hatine armanckirin.