Wezîrê Cengê: Eger Îran Rêkeftinê Neke, Şer Dijwartir Dibe

Wezîrê Cengê yê Amerîkayê Pete Hegseth

Wezîrê Cengê yê Amarîkayê got, artêşa Amerîkî amade ye ku bi hêzek mezintir operasyonên 'Hêrsa Dastanî' ji nû ve dest pê bike û bang li rejîma Îranê dike ku sûdê ji derfeta heyî werbigire û bo gihîştina peymanekê "bi aqilane" tevbigere.

Pete Hegsett îro Pêncşemê got, "Îran qet nikare bibe xwedîyê çekên navokî. Em dikarin vê armancê bi aştîyane an bi rêyeke dijwar bidest bixin. Ji ber vê yekê bi jîrane ya baş hilbijêrin."

Hegseth di konferanseke rojnamevanî de li Pentagonê axaftina xwe arasteyî karbidestên Komara Îslamî kir û got, "Ez dûa dikim ku rêkeftina li ber dest e hilbijêrin da ku rewşa welatê we û cîhanê baştir bibe."

Wezîrê Cengê behsa dorpêça "serkeftî" ya Amerîkayê li dijî benderên Îranê li Tengava Hormuzê kir û got ku Wezareta Xezîneyê li dijî rejîmê "Operasyona Hêrsa Dastanî ya Aborî ser rejîmê dest pê kiriye û dê heta ku pêwîst be berdewam bike."

Di demekê de ku amadekarîyên ji bo gera duyan a danûstandinên rasterast li Pakistanê berdewam dikin, Hegseth destnîşan kir ku eger Îran rêkeftinê hilbijêre, "paşerojek geş" û "pireke zêrîn" li pêşîya wê heye.

Lê Wezîrê Cengê got "eger Îran ya xirab hilbijêre, ewê di heman demê de werin bombebarankirin û dorpêçkirin."