Wezîrê Cengê yê Amerîka: Em ji Nêzîk ve Êrîşên Ser Kurdan Dişopînin

Secretary of War Pete Hegseth

Wezîrê Cengê ê Amerîkayê dibêje ku Kurd bi hejmarek êrîşên komên Şîa yên Îraqî yên nêzîkî Îranê re rû bi rû mane û Wîlayetên Yekbûyî yên Amerîkayê van êrîşan "pir ji nêzîk ve dişopîne".

Pete Hegseth îro Înê li Pentagonê got,"Em êrîşan pir ji nêzîk ve dişopînin, herêm û gelê wê, Kurd, bi kiryarên ku komên milîsên wekîl ên Îranî dikin re, rû bi rû dimînin."

Wî got ku êrîşên li ser Kurdan belgeya wê rastîyê ne ku Îran ne tenê gelê xwe dikuje, lê di heman demê de tirs û gefan li herêmê jî belav dike.

Ew dibêje, “Ji ber vê yekê, girîng e ku mirov bigihêje rêkeftineke baş da ku piştrast bike ku ew nikaribin çekên navokî bi dest bixin û hêza wan li ser grûpên wekîl bêhtir nebe.”

Daxuyanîya Pete Hegseth di bersiva pirsek rojnamevanê Kurd Rehîm Raşîdî de hat, di demekê de ku komên Îraqî yên ku ji hêla Îranê ve têne piştgirîkirin tevî agirbestê jî êrîşî Herêma Kurdistanê dikin.

Li gorî rêxistina mafê mirov Hengaw, di 16 rojên borî de van êrîşan çar welatî kuştine û herî kêm neh kesên din birîndar kirine.

Ofîsa Peywendîyên derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bang li hikûmeta Îraqê kir ku berpirsiyarîya xwe ya destûrî ya parastina serwerîya Îraqê bigire ser milê xwe û rê li binpêkirinên axa Herêma Kurdistanê bigire.

Vê jî bixwîne:

Wezîrê Cengê: Dorpêça Deryayî ya Îranê Berdewam e û Em ne bi Lez in