Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona yên li Amerîka 500 Derbaz Kir

Yek ji karbidestên Enstîtuya Saxlemîya Neteweyî ya Amerîka dîyar kir ku dibe ku jiber vîrusa korona kombûnên li wî welatî werin betal kirin.

Fauci ji kanala NBC re da zanîn ku ew dê roja Duşemê 400,000 kesan test bikin, û ew hejmar heta dawîya hefteyê dikare heta 4,000,000 rabe.

Wî got ku li pirtirê nîvê eyaletên Amerîka vîrusa korona hatiye dîtin.

Hejmara pêketîyên vîrusa korona yên li seranserê Amerîka 500 derbaz kir.

Li gor daneyên karbidestên Amerîkî, vîrusa korona li Amerîka heta niha herî kêm 21 kes kuştine.

Bi belavbûna vîrusa korona re konser û konferansên li wî welatî têne betal kirin û zanîngeh hewil didin ku di ser înternetê re dersê bidin.

Serokê Amerîka Donald Trump hefteya borî budçeya bo têkoşîna dijî vîrusa korona, ku 8,3 mîlyar dolar bû, îmza kiribû.