Hejmara Pêketîyên Korona ji 101 Mîlyonî Borî

Hejmara pêketîyên vîrusa korona ji 101 mîlyonî borî. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 101,228,449 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye dîtin ku li wî welatî hejmara pêketîyan 25,6 mîlyon e. Li dû Amerîka bi 10,7 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi 8,9 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 2,184,012 kesan canên xwe ji dest dane. Amerîka bi 431,289 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 220,161 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus cara pêşî di dawîya sala 2019’an re li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû dîtin û dûre derbazî dewletên din jî bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê bi qasî 100 hezar kes bi vîrusa korona ketine û 4813 kes bi wê mirine.