Hekem Xelo: Kurd ji Mesajên Tûj yên Rejîmê Natirsin

Di demên dawî de, li Qamişlo pevçûn û hîn alozî di navbera Kurdan û hêzên rejîma Esed derdikevin.

Di bûyera herî dawî de leşkerên hikûmeta Sûrî şervanekî YPG kuşt. Di bersîvdana wê kuştinkarî de hêzên YPG jî êrîş birin ser avahîyeke hikûmetê û dest danîn ser navenda gumrikê.

Di encama şerên dijwar de li gor daxuyanîya YPG 7 leşker hatine kuştin, 10'ên din jî birîndar bûn

Hevserokê Meclîsa Zagonsaz ya Kantona Cezîre Hekem Xelo ji Dengê Amerîka re bûyerên vê dawîyê dinirxîne û helwesta rejîma Esed şîrove dike.

Birêz Xelo dibêje, rejîm bi êrîşên wî rengî dixwaze mesajên tund bişîne û çavê Kurdan bitirsîne.

"Rejîm xetimîye û ti hêza wê tune ku pirgirêkên heyî çareser bike. Bi mesajên wiha tûj dixaze bêje "ez li vir im".

Xelo dîyar dike ku mesajên rejîmê nikare gelê Kurd bitirsîne û ew berdewam sîstema xwe ya demokratîk û hevjîyanê ava dikim.

"Mîletê Kurd mîletekî qehraman e. Tevî ku em di bin ambargonyeke giran de ne û hem di bin êrîşên rejîmê û hem jî yên hêzên tundre ne, dîsa jî li berxwe dide û axa xwe diparêze."

Your browser doesn’t support HTML5

Hekem_Xelo_RR