SOHR: Şêx Meqsûd di Bin Bombebaranê de Ye

Arşiv: Dîmenên sivîlan dema ji Helebê koçber dibin

Çavdêriya Sûriya ya Mafên Mirov (SOHR) dibêje jiyan û ewlehîya wecihên taxa Şêx Meqsûd li bajarê Helebê, ji encama pevçûnên dijwar û bombebarana ji her alî de li ser deverên wan, ketîye di metirsîyê de.

SOHR radighîne ku Her wiha, hêzên hikûmetê êrîşî dezgayên sivîl ên girîng û xalên bijîşkî dikin, di demekê de ye ku heta niha ew hêz nikarîne kontrola tevahî li ser taxê Şêx Meqsûd ferz bikin.

SOHR dide zanîn ku berevajî raportên ku ji hêla medyaya dewletê ve têne belavkirin, tax bi temamî nehatîye kontrolkirin.

Di vê çarçoveyê de, SOHR dibêje dezgehên medyayê yên alîgirên hikûmeta vegûhêz kampênek pêzanînên nerast bi şêweke sîstematîk dane destpêkirin, û kontrola tevahî ya hêzên hikûmetê li ser taxê nerast in, her çend rewşa leşkerî li ser erdê hîn nehatiye destnîşankirin.

Di heman demê de çavkanîyên hêzên hikûmeta vegûhêz îdîa dikin ku wan tax kontrol kirîye, li û jêr nexweşxaneya Xalid Fecr li taxa Şêx Meqsûd tunel dîtine, lê Medya Hêzên Ewlekariya Navxweyî ya Şêx Meqsûd îro 10 Çile daxuyaniyek da û got ew îdîayên hikûmeta demkî ya Şamê red dikin. Di daxuyaniiyê de tê gotin ku ti tuneleke wan li wê derê tuneye û ew îdîa ne rast in.

Di dema amadekirina vê raportê de çavkanîyên medyayî ragihandin ku derbarê pevçûnên çend roj in li Helebê li ser taxên Kurdan dom dikin agirbestek hatîye ragihandin.