Serhildayên Sûrî Êrîşî Avahîyên Ewlekarîyê Dikin

Dîmenek ji xwepêşandana li Helebê. Tebax, 31, 2012.

Bizavkarên Sûrî dibêjin, şervanên serhilda, li bajarê Helebê êrîş birin ser çend avahîyên ewlekarîyê, li vê demê ku şer û pevçûnên li wî welatî didomin.

Rêxistina Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan îro Înîyê ragihand ku yek ji êrîşên li Helebê bi veguharîna guleyan bi dawî bû û jimareke laeşkerên hikûmetê hatin kuştin yan birîndar kirin. Lê, Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan zelal nekir ku hejmara wan kesan çi ye.

Hêzên serhildayan meha çûyî çend deverên Helebê xistibûn bin kontrola xwe û di encamê de şerên gelek dijwar di navbera wan û hêzên hikûmeta Esed de derketibûn.

Bajarê Helebê navenda aborî û bazirganîya Sûrîyê ye û hikûmeta Esed girîngîyeke pir zêde dide wî bajarî.

Rêxistina Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan her wiha ragihand ku hêzên artêşa Sûrî û çekdarên serhilda li bajarê Şam û Elbu Kemal ya ser sînora Îraqê jî di kav şer û pevçûnan de ne.

Vîdyoyên ku di înternetê de hatine belav kirin, şerê ku li Hums, Daraa û Şamê diqewme nîşan didan.

Kerem kin bi lînka jêrîn li çend fotoyên ji Sûrîyê binêrin:

http://www.voanews.com/media/photogallery/1499253.html