Şerên Dijwar li Helebê Didmoin, bi Dehan Serhilda Hatine Kuştin

Fabrîkaya çîmento ya bin kontrola hikûmeta Sûrî Tebax 9, 2016.

Ajansa AP ji zarê hikûmeta Sûrî û bizavkaran radigihîne ku artêşa Sûrî êrîşeke nû ya serhildayan li başûrê rojhilata Helebê şikand û ew neçar kir ku ji xalên xwe yên nû wergirtî paşve bikşînin.

AP dide zanîn ku şerên dijwar li herêmê diqewimin û di operasyona dijî hêzên hikûmetê de El Qaydê ya Sûrî Fetih el-Şam jî di nav de, jimareke grubên opozîsyonê cîh digirin.

Fetih el-Şam berê bi navê Cebhet al-Nusra dihat nasîn, lê di hewleke parastina hêzên xwe ji êrîşên esmanî yên Rûsî de, navê xwe guhertibû û ragihandibû ku peywendîya xwe ji El Qaydê qut dike.

AP bi bîr tîne ku di hefteyên borî de şerê li mezintirîn bajarê Sûrîyê, li Helebê gûrtir bûye û ji her du alîyan gelek kes hatine kuştin.

Gruba Fetih el-Şam roja Yekşemê vîdyoyek belav kiribû ku hêzên serhilda çeperên hikûmetê li nêzîkî karxaneya çîmento, bi tank û hawanan dikin armanc.

Lê, bizavkarên opozisyonê û malperên mîlîtanan îro Duşemê ragihand ku serhildayan û mîlîtanan hember êrîşa hikûmetê neçar mane ku hemî destkeinên xwe li nêzîkî fabrîka çîmento berdin û paşve bikşînin.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku di şerê îro de, bi kêmî ve 35 serhilda ji alîyê hêzên Beşar Esad ve hatine kuştin.