Helîm Yûsiv: Mafê Ti Partî Tune ku Axa Kurdistanê Perçe Bike

Di hevpeyvîna Dengê Amerîkde nivîskar Helîm Yûsiv li ser rewşa heyî ya Kurdistana Sûtîyê diaxife û nirxandinên balkêş dike.

Yûsiv dibêje kolandina xendekan bi çi sedemê dibe bila be, nayê qebûl kirin jiber ku mafê ti partî tune ku axa Kurdistanê perçe bike.

"Ne rast e ku terorîst ji wan cîhan derbaz dibin ku xendek lê têne kolan. Sedema wê xendekê sîyasî ye û bi şerê desthilatê girêdayî ye. PDK dixwaze rê li ber PYD teng bike û wê neçar bike ku destilatê bi partîyên nêzîkî wê parve bike."

Yûsiv bal dikşîne ku Rojava di asteke girîng de ye û divê partîyên Kurdan berjewendîyên biçûk bihêlin alîyekî û bi hevre bixebitin.

Your browser doesn’t support HTML5

Helîm_Yûsiv