IDF: Du Fermandarên Hemasê Hatin Kuştin

Arşîv: Leşkerên Îsraîlê li Kerta Xezayê

Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) îro Yekşemê di platforma Xê de ragihand ku, Salim Jemal Ebdurahman Abu Libad, ku wek fermandarê şaneya Nuxbe ya tevgera Hemasê tê nasîn, di êrîşa 7ê Cotmehê de beşdar bibû û ketbû Kibbutz Nir Oz, hate kuştin.

Hêzên Berevanîya Îsraîlê dibêje di opresyonek din de, Muhammad Ebdulnasir Muhammad Xetîb, fermandarê Tabûra 'Mexazî' ya Hemasê, jî hate kuştin.

Li gorî daxuyaniya IDFê, "her du berpirs di bin baskê leşkerî yê Hemasê de xebatên xwe berdewam dikirin û bi armanca pêşxistina êrîşên terorî li dijî hêzên IDF çalak bûn."

IDF bi domdarî radigihîne ku hêzên wan di opresyonên li Xezayê de berpirsên şaneyên Hemasê dikuje û depoyên çekan dibîne û wan hildiweşîne.

Li alîyek din, çavaknîyên Filistînî ragihandin ku di êrîşên roja Yekşemê de li kerta Xezayê 9 Filistînî hatine kuştin.

Li gorî Reuters, Wezîrê Enerjî û Binesaziyê yê Îsraîlê Eli Cohen roja Yekşemê got ku ji bo rawestandina êrîşên li ser Xezayê ti rêkeftinek tune ye, û got ku ew bawer dike ku divê tevahiya Kerta Xezayê bikeve di bin kontrola Îsraîlê de, ku niha hêzên Berevanîya Îsrîalê kontrola 70% ji axa Xezayê dike.