Bangewazîyên bo Restorasyona Hemamên Dîrokî yên li Mûsilê

Your browser doesn’t support HTML5

Hemama Obeyd Axa el Celîlî di 1157 ya sala Hicrî de û ji alîyê Abdulkadir Axa el Celîlî ve, di dema desthilatdarîya xanedana Celîlî ya li Mûsilê de, ku 110 sal berdewam kiriye de, hatiye çêkirin.

Gelek kes dibêjin ku hemamên buharê yên giştî beşek ji dîrok û nasnameya bajêr temsîl dikin, yên ku jiber pevçûnên vê dawîyê wêran bûne.

Hemam Obeyd Axa jî yek ji hemamên herî kevn yên li heremê ye, lê bi sedema bêxwedîtîyê di rewşeke xirab de ye û hewceyê xebatên demûdest yên vejandinêye.