Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) îro Çarşemê ragihand ku yek ji rêberên Hemasê û berpirsê operasyonên Hemasê û Serokê Beşa Operasyonan li Bingeha Îstîxbarata Leşkerî ya Hemasê hat kuştin.
IDF'ê di peyamekê de li ser platforma X'ê got "Terrorîst Eyad Ehmed Ebdulrehman Şembarî, Serokê Beşê Operasyonan li Bingeha Îstîxbarata Leşkerî ya Hemasê hat jinavbirin."
"Ev terorîst kesayetiyek sereke bû ku di berhevkirina pêzanînên îstîxbaratî de, li ser leşker û hêzên berevanîya Îsraîlê, ew di palangerîyekê de bû ku êrîşê li dijî leşkerên IDF'ê rêve bibe û bicîh bîne," Berevanîya Îsraîlê got.
IDF'ê got, "Wekî din, wî (Şembarî) di dema komkujîya hovane ya 7ê Cotmehê de di plankirina ketina Hemasê ya êrîşa ser axa Îsraîlê de roleke çalak lîstîye."
Ji hejî gotinê ye ku Hêzên Berevanîya Îsraîlê niha êrîşên xwe li kerta Xezayê berdewam dike û bersiva êrîşên mûşekî çekdarên Hemasê dide û hem ji li Başûrê Libnanê bersiva êrîşên çekdarên Hizbullahê dide, li gorî daxuyanîyên fermî yên Îsraîlê, hêzên wan bi dehan berpirsên leşkerî û rêberên Hemas û Hizbullahê kuştine.