Yekîtiya Çar Partiyên Kurd li Sûriyê Hate Ragihandin

Abdulbasit Hemo

Çar partiyên Kurd yên Sûriyê li paytexta Herêma Kurdistanê li hev kirin ku hêzên xwe bikin yek û partiyeke nû ava bikin.

Navê partiya nû, Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriye ye, lê belê heta niha bi fermî nav, bername û rêberatiya wê partiyê nehatine destnîşankirin.

Abdulbasit Hemo, rêberê Partiya Yekîtiya Kurdistanê, dibêje ku di demekê nêzîk de kongreyek birêve diçe û di wê kongreyê de bi fermî biryar li ser nav, karname, û rêberên wê partiyê dihête dan.

Di hevpeyvînekê de bi Dengê Amerîka re, birêz Hemo dibêje ku dem hatiye Kurd li Sûriyê xwe jibo pêşerojê amade bikin û hêzên xwe bikin yek. Wî herwiha hêvî xwest ku partiyên din û komeleyên xortan jî di partiya nû de beşdar bin.

Birêz Hemo herwiha got ku em serbilind in ku li Hewlêrê kom dibin û em kêfxweş in ku îro Herêma Kurdistana Îraqê pişta me ye.

Your browser doesn’t support HTML5

hevpeyvîn bi birêz Abdulbasit Hemo re