Rêxistina mafên mirovan Hengawê îro Duşemê ragihand ku hêzên sînorî yên Îranê kolberê Kurd ê bi navê Mihemed Tewhîdî Penah kuştine.
Li gor Hengawê, Tewhîdî Penah xelkê Seqizê bû û dema ku li herêma sînorî ya Hengejal a Banehê kelûpel vediguhestin, hate gulebarankirin.
Rêxistinê diyar kir ku hêzên sînorî yên Îranê bêyî hişyarîya pêşwext gule li ser komeke kolberan reşandin û Tewhîdî Penah di cih de canê xwe ji dest da.
Rêxistinên mafên mirovan ragihandin ku îsal heta niha herî kêm 35 heta 45 kolber hatine kuştin û bêhtirî 100 kolber jî birîndar bûne.