SOHR: Di Êrîşeke Esmanî ya li Ser Girtîgeheke Îdlibê de 16 Kes Hatin Kuştin

Li Îdlibê, piştî êrîşeke esmanî, Sibat 2017

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku do Înê li Îdlibê, ku di dest hêzên serhildayan de ye, di êrîşeke esmanî ya ser girtîgehekê de 16 hepsî û xebatkarên hepsê hatine kuştin.

Îdlib, cîhadî jî di nav de, yek jî navendên serhildayan e ku hêzên hikûmeta Beşar Esad bi hevkarîya Rûsya li wê herêmê êrîşên esmanî li dar dixînin.

SOHR’ê da zanîn ku piştî êrîşa esmanî alîyekî hepsê hilweşîyaye û hepsîyek gava hewil daye ku bireve hatiye kuştin. Di nav 16 kuştîyan de 2 hepsî hene.

Piranîya Îdlibê, ji kesên ku piştî êrîşên Artêşa Sûrîyê ji herêmên di dest serhildayan de revîyane pêk tê.

Hêleke Îdlibê, hêzên serhildayan yên ku Tirkîye piştgirîya wan dike kontrol dike ku ew di bin banê Artêşa Azad ya Sûrîyê de ne; hêlên din jî di dest Ahrar el-Şam û Tahrîr el-Şam de ne ku her du jî hêzên cîhadî ne.