Karbidestên Îraqî dibêjin, bi sedema hêrişeka xwekujî li bajarê Tikrîtê bi kêmî 12 kes hatin kuştin û 15 kesên dî birîdnar bûn.
Li gor karbidestên Îraqî, rêberekê leşkerî û jimareka serbazan di wê teqîna roja Duşembî de hatin kuştin.
Roja Înî jî, zincîreka teqînan bajarê Tikrît hejand û bi kêmî 21 kes hatin kuştin.