Karbidestên Îraqê dibêjin hêrişkerkê xwkuj bi kêmî 11 kes li bajêrê Remadî, paytextê parêzgeha Anbar li Îraqê dikuje.
Karbidest dibêjin, hêrişkerî roja Pêncşembî li ahengekê ku li navendeka kultûrî bi helkefta roja li daykbûne pêxember Muhamad hate kirin xwe peqand.
Bi kêmî 18 kes brîndar bûne, ku cêgirê fermandarê parêzgeha Anbar (Hikmet Xelef) dinav wan da ye.
Ajansa peyamên Reuter li ser zarê cêgirê fermandarî ragehand ku dibêjit hêzên parastinê du hêrîşkerên din yên xwekuj giritin berî xwe bipeqînin.