Serokwezîra Kantona Efrînê Hêvî Îbrahîm Daxwaza Vekirina Derîyekî Dike

Serokwezîra Kantona Efrînê Hêvî Îbrahîm Mistefa

Serokwezîra Kantona Efrînê Hêvî Îbrahîm Misrefa, ku demek berê li Stenbolê bû, rewşa penaberan, ewlehî û rêvebirîya Efrînê ji Dengê Amerîka re dinirxîne.

Serokwezîra Efrînê dibêje jibo piştgirîya di şerê DAIŞ’ê de, hin gav hatine avêtin.

“Hêvîyeke baş çêbûye, lê wek Kantona Efrînê em hê jî dorpêçkirî ne. Jibo başkirina rewşa mirovî divê derîyek were vekirin.”

Hêvî Îbrahîm Mistefa herwiha jiber zêdebûna penaberan li Efrînê banga alîkarîyê jibo vekirina kampên nû dike.

“Şerê vê dawîyê yê li Helebê û deverên din hişt ku gelek penaber werin Efrînê. Loma jî pêdivîya me bi alîkarî û avakirina kampên nû heye.”

“Piştî têkçûna DAIŞ’ê ya li Kobanê xwestin ku bi pere, propanganda û gefa êrîşê gelê me bitirsînin, lê bi ser neketin. Çawa ku ev 4 sal in me xwe parastiye emê ji niha şûnde jî parastina xwe bikin.”

Xanim Hêvî, naveroka peymana navbera YPG û Enîya Şamê û bandora wê ya li ser Efrînê wiha ronî dike.

“Ew peyman li medyayê şaş hatiye fêm kirin. Hê jî YPG û Enîya Şamê li ser 2 xalan guftûgo dikin. Yek jê veguhestina dîlan e, ya diduyan jî dadgehkirina wan kesan e ku ji her du alîyan revîyane nav herêma din.”

Your browser doesn’t support HTML5

ST_2_25_15