Nexweşê li Hewlêr Piştî li Nexweşxanê Nehat Wergirtin Jiyana Xwe Jidest Dide

Nexweşxana Rizgarî

Nexweşê bi navê Yaqûb Kerîm piştî li nexweşxana Rizgarî nehat wergirtin, jiyana xwe jidest dide, kes û karên wî nexweşî dibêjin, ewê gilîya karmend û berpirsên wê nexweşxanê li dadgehê bikin eger mafê wan bi rêkên qanûnî nehat dan, ewê bi rêkên eşîrtî mafê xwe bistînin.

Çuman Kerîm birayê kesê nexoş ji nava nexoşxana Rizgarî wêne û girteyên Videoyê digire û jibo raya giştî belav dike û dide zanîn ku birayê wî liber mirinê ye û kesek wî wernagire jibo çareserkirinê.

Lê Dr. Xalis Qadir berpirsê saxlemîya Hewlêr dibêje Dengê Amerîka, nexweşê jiyana xwe jidest dayî, pêş wext li nexweşxanek ehlî(prîvat) bû, ew bi şêweke lezgîn aniya nexweşxana Rizgarî bê kû pêşwext wan agehdar bikin, da ku cîh jê re bihê amadekirin, herweha rêvebirê giştî yê saxlemîya Hewlêr Dr. Samana Selman dibêje, jiber ku cî li nexweşxanê nemabû, ji aliyê mirovatî ve jî nabe nexweşekî derxînin û yekî din danin ciyê wî, jiber vê sedemê wan ew nexweş veguhast bû nexweşxanek din.

Temamiya raportê guhdarî bike.

Your browser doesn’t support HTML5

Raport derbarê nexweûekî li Nexweşxana Rizgarî