Karbidestên leşkerî yên Îsraîlî dibêjin, leşkerên wan îro Yekşemê 2 mîlîtanên Fîlîstînî kuştin, li Kerta Gaza.
Karbidest dibêjin, mîlîtanan ji alîyê helîkoptereke leşkerî ve hatine kuştin, dema hazirî dikirin ku bombeyeke li nêzîkî nobedarên Îsraîlî bicîh bikin.
Hefteya borî jî mîlîtanan bi havan û muşekan êrîşî Îsraîl kiribû û bi kêmî ve 1 kes birîndar kirîbû.
Gruba mîlîtan ya Hamas roja Şemîyê gotibû ku ew dê kiryarên xwe yên dijî Îsraîlê zêde bikin, eger girjî û reqbûna heyî li seranser tixubê Îsraîl û Gazayê nermtir nebe.