Hêzên Parastina Almanî Navendên Misilmanên Selefî Dikin Armanc

Hêzên Parastina Almanî Navendên Misilmanên Selefî Dikin Armanc

Hêzên parastina Almanî li roja Sêşembî hêriş kirin ser jimareka xanî û navendeka Misilmanên Selefî yên Tondrê bi gumana “bizav kirin li dijî hikûmetê”.

Wezareta Navxwe ya Almanî di beyannamekê de ragihand ku du komelên Selefî, bi navê De'wa ji bo Bihişt û Sentera Kultura Îslamî ya Bremen, bi tawana xebat kirin ji bo damezrandina dewleteka olî li Almanya hatîne xetabar kirin.

Ew hêriş li bajarên Moenchengladbach, Braunschweig û Bremen hatin kirin.

Selefî, beşekê tondrê yê Sunnî ye di Îslamê de.