Hêzên Qezafî Êriş Kire Ser Misrata

Hêzên Qezafî Êriş Kire Ser Misrata

Hêzên hikûmetê li Lîbya hêriş mezin kire ser bajêrê Misrata yê serhildayan, li roja ku NATO soz da li ser êrîşên xwe yên esmanî dijî rêberê Lîbya berdewam be.

Dîdevan dibêjin roja Çarşemê bi topan êrîş li ser wî bajarê benderî hat kirin, li demê ku bi hezaran hêzên ser bi Qezafî ve pêşveçûn kirîbû, ber bi başûr, rojhilat û rojava welatî.

Doktor û jêderên serhildayan dibêjin di topbarankirina Misrata de, bi kêmî ve 10 kes hatine kuştin û pitir ji 25 kesên din hatin birîndar kirin.

Ev êrîş hat kirin. di vê demê de ku wezîrên NATO, ku li Brukselê kombûn, soz da li ser êrişên xwe yên esmanî dijî hêzên ser bi Qezafî berdewam bin.

Sekreterê Giştî yê NATO Anders Fogh Rasmussen her wusa got, ew hevalbendî xwe bo Lîbyayek bê rêberê zorkar amade dike.