Endamê Hêzên Berxwedana Şengal Osman: Em Şerê Xwe Didomînin

Şervanên Hêzên Berxedana Şengalê

Di hevpeyvîna Dengê Amerîka de Hesen Osman, endamê Hêzên Berxwedana Şengalê li ser şerê wan ya dijî DAÎŞ agahîyên balkêş dide.

Birêz Osman dibêje, ew li Çîyayên Şengalê ne û dijî DAÎŞ şer dikin.

"Em wek çend komên Êzîdî di bin Hêzên Berxwedana Şengalê axa xwe diparêzin. Me heta niha gelek endamên DAÎŞ kuştine."

Osman rexne li hêzên pêşmerge digire ku gelê Êzîdî tene hêştine. "Pêşmerge em hêlan, çûn û heta niha tiştek ji me re nekirine. Tenê hêzên YPG û PKK ligel me ne û bi îzna Melekê Tawus Şengal ji DAÎŞ paqij kin."

Your browser doesn’t support HTML5

Hesen_Osman_HB_Şengal_RR