Serokê Afganî Ganî: Nexşerêya Danûstandinên Aştîyê Amade Ye

Serokê Afganistanê Eşref Ganî dibêje ku hikûmeta wî nexşerêyek amade kiriye ku bo dawîkirina şerê navxweyî yê 17 salan, dest bi danûstandinên aştî yên bi Talîbanê re bike.

Ganî di konferanseke derheqa Afganistanê de, li Cenevrê got ku piştî şêwirên kûr yên bi alîyên navnetewî re, hemî dezgeh û mekanîzmayên pêdivî hatine temam kirin.

Ganî dîyar kir ku hikûmeta wî hazir e ku derbazî qonaxa paştir ya peyvajoya aştîyê bike û bo civateke demokratîk û hembêzkar lihevkirinekî bi Talîbanê re pêk bîne.