Hikûmeta Sûrî berevankarekê 80 salî azad kir

Berevankar Heysem El Malih.

Hikûmeta Sûrî berevankarekê mafên mirovan, yê 80 salî, azad kir. Heysem El Malih her wiha rexnegirekê berçav yê hikûmetê ye.

Rêkxistîyên mafên mirovan roja Sêşembî ragihand ku El Malih hat azad kirin piştî fermaneka serokê Sûrî Beşar El Esed ji bo azad kirina girtîyên ku jîyê wan li 70 salî mezintir e û bi tawanên ne mezin hatîne xetabar kirin.

Serokê Sûrî şeva Duşembî fermana azad kirina girtîyan da, li şeva salîyada hatine ser desthilata Partîya Be’es li wî welatî.

Li sala bihûrî, dadgeha Sûrî hûkimê sê salên zîndanî li dijî El Malih ragihand, bi tawana belav kirina pêzanînên xelet û bêhêz kirina morala welatî.