Hikûmeta Îraqê hêla asmanî ya ser bi dewletê hilweşand ji ber kêşeyên nêvbera Îraq û Kuwêtê li ser qerebûyên şerî.
Hikûmeta Îraqî roja Çarşembî biryara hilweşandina Hêla Asmanî ya Îraqî ragehand, piştî ragirtina geştên asmanî bo London û Swêdê.
Karbidestên Îraqî dibêjin ew hîvî dar in ku di paşerojê de hêleka dî ya asmanî ava bikin.
Li meha bûrî, Hêla Asmanî ya Îraqî yekem geşta asmanî di demê 20 salan de bo Londonê encam da, belê Kuwêtê bizav kir ku firokê desteser bike dema firoke gehişte Londonê.
Kuwêt daxwaza 1 milyar û 200 milyon dollaran dike wek qerebû ji bo firokeyên Kuwêtî ku li demê dagîr kirina Kuwêtê li sala 1990 ji layê serokê berê yê Îraqî Seddam Hûsên ve hatin desteser kirin.