Hilbijartinên Nîvdemî yên Amerîkayê: 55 Milyon Kesan Pêşwext Deng Da

Hilbijartinên nîvdemî li Amerîkayê sib Sêşemê, 3’ê Mijdarê, lidar dikevin, lê hejmareke mezin ji welatîyên Amerîkayê berî roja hilbijartinê dengên xwe dane.

Kanala NBC News dibêje ku di vê hilbijartinan de nêzîkî 55 milyon kesan pêşwext deng daye. Di nav wan de hem ên bi posteyê deng dane hene hem jî yên ku çûne ser sindoqan.

Lê hejmara herî mezin a dengdêran hîn jî dengê xwe nedaye û tê çaverêkirin ku di roja hilbijartinê de biçin ser sindoqên dengdanê.

Di van hilbijartinan de, li seranserê welat dengdêr ji bo nûnerên xwe yên Kongresê, parêzgar û biryarên herêmî deng didin.

Di hilbijartinên Sêşemê de hemû 435 kursîyên Civata Nûneran û 35 kursîyên Senatê tên hilbijartin. Ev dengdan dê diyar bike ka kontrola Kongresê dikeve destê kîjan partîyê.