Serê sibeya roja Sêşemê 8.11.2016an Tim Kaine kandîdê Demokratan jibo cîgirê Hillary Clinton kandîda Seroka Amerîka liser sinduqên dengdanê bû.
Tim Kaine û xanima wî Anne Holton li bingehê dengdanê li bajarê Richmond li Virginia ku mala wî li wêderê ye, piştî demekê kurt yê vekirina bingehên dengdanê çûn bingehê û dengê xwe dan.
Dema gehiştina Kaine ya bingehê dengdanê ji aliyê hezkiryan ve bi tilîliyan hat pêşwazî kirin, piştevanên Demokratan û yên Tim Kaine di rêzên dirêj de li benda bikar anîna dengên xwe bûn.
Tim Kaine piştî dengê xwe da, peyvek jibo rojnamevanan pêşkeş kir û bang li Amerîkiyan kir daku, biçin dengê xwe bidin, herweha got eger ew û Hillary Clinton biserkevin ewê hemû hêza xwe jibo yekêtiya Amerîka bikar bînin.