Komîta Serbixwe ya Hilbijartinan Dest bi Amedekariyên Pêşwext Dike

Komîta Serbixwe ya Hilbijartinan li parêzgeha Duhok

Komîta serbixwe ya hilbijartinan li Îraqê, di semînarekê da li bajarê Duhok, bang li gel kir da ku xwe tomar bikin jibo navnivîsa bayometrîk.

Ofisa parêzgeha Duhok ya komisyona serbixwe ya hilbijartinan di tewerekê danûstendinan de, li gel kenalên mediyatîk û çapemeniyê civiya, komsiyonê ji wan alîkriyê xwast bo handana welatiyan da ku biçin bingehan û navên xwe bo navnivîsa bayometrîk tomar bikin.

Komîta Hilbijartinan

Berpirsên ofîsa komîta serbixwe ya hilbijartina di vê civînê armanca xwe da zelakirin û gotin, armanc ewe da ku saziyên ragihandinê alîkar bin jibo beşdarîkirina rêjek bilind ya welatiyên di prosêsa dengdanê de, bi riya kenalên xwe bangî gel bikin û wan jib nav tomarkirin han bidin.

Yosiv Selman berpirsê komîta serbixwe ya ofîsa parêzgeha Duhok bo dengê Amerîka da zanîn û got "Em ji nêzîk li gel kenalên ragihandinê runiştîn û daxwaz ji wan hat kirin ku, bibin alîkarên komisyona serbixwe ya hilbijartinan, da ku bişêyin xelkê parêzgehê han bidîn biçin bingehên destnîşankirî û yên gerok û navên xwe tomar bikin".

Your browser doesn’t support HTML5

Komîta Serbixwe ya Hilbijartina li Duhok ê