Johnson Hilbijatinên Herêmî yên Brîtanya Paş Dixe

Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson, hilbijartinên herêmî yên çaverê bû ku di meha Gulanê de li dar keta, bo sala pêş paş xist.

Ofîsa Johnson ragihand ku hilbijartinên dê bo civatên herêmî, bajarvanî û berpirsên ewlekarîyê li dar ketana, jiber vîrusa korona hatiye taloq kirin.

Ji alîyê din ve Maratona Londonê, ku dê di 26’ê Nîsanê de li dar keta, jiber vîrusa korona dê di 4’ê Cotmehê de çêbe.

Qralîçeya Brîtanya Elizabeth hemî planên xwe jiber vîrusa korona betal kirin.

Li Brîtanya, hejmara pêketîyên vîrusa korona 798 e û 10 kesan jiber wê jîyana xwe ji dest dane.