Glenn Youngkin yê Komarî Dibe Parêzgarê Nû yê Wîlayeta Virginia

Glenn Youngkin

Glenn Youngkin karsazê Komarî di hilbijartinên roja Sêşemê 2'ê Mijardê de, li Virginia serkeftin bidest xist û dibe parêzgarê nû yê wîlayeta Virginia li Amerîka.

Virginia yek ji wan wîlayetan bû yên ku li ser astê Amerîka ji nêz ve dihat şopandin berî hilbijartinên nîva desthilatê yên kongresê di sala bihê ya 2022'ê de.

Di pêşbirkêya hilbijartinan de parêzgarê berê yê Virginia (2015-2018) û berbijarê Demokrat Terry McAuliffe şikestin xwar.

Di encama hejmartina pirranîya dengan de derket holê ku berbijarê Komarî Glenn Youngkin 51% ya dengan li hember 48% ya Terry McAuliffe deng bi dest xistine.

Berî dengdana roja Sêşemê, her du berbijêran ronahî xist bû ser giringîya van hilbijartinan li ser astê sîyasî yê tevahîya welat, ku yek ji du wîlayetên pêşbirkêyek tund hebû îsal ku Demokrat û Komarî wan weke klîta hilbijartinên nîva desthilatê (Midterm) dibînin jibo her 435 kursîyên Kongresê.

Niha Demokrat bi rêjeyeke kêm di her du civatan de, ya nûneran û ya senatoran de pirranî ne, ji destdana pirranîyê di wan civatan de yan jî yekî ji wan dê bo serok Joe Biden gelek bizehmet be ku ajêndaya xwe ya yasayî berdewam bike.

Encamên rapirsîyan di mehên dawîyê de berî dengdanê îşaret didan ku piştevanîya berbijarê demokratan kêm dibe. Di heman demê de rêjeya hebûna salekê ya serok Biden de li ser desthilatê jî di rapirsîyan de li paş dima.

Di Hilbijartinên Serokatîyê de Sala Par Biden li Virginia 10 Xalan li Pêş Bû.

Li gorî anketa Associated Press ya li ser dengdêrên Virginia encam dabû, derket bi qasî yek ji sê kesan gotbû ku aborî jibo wan mijara herî sereke ye, herwiha 17% gotbûn ew pandemîya vîrusa Korona giring dibînin û 14% ê yê beşdarên anketê gtobûn perwerde jibo wan giringe.

Dema ku Deng hêjî serê sibeya roja Çarşemê dihatin hejmartin, di pêşbirkêyek dijwar de li wîlayeta New Jersey, ku Phil Murphy hewil dide bibe yekem parêzgarê Demokrat li wê wîlayetê di 44 salan de. Ew li hember parlamenterê Komarî yê berê Jack Ciattarelli di pêşbirkêyek tund de rû bi rû ye.

Dengderan roja Sêşemê jî di pêşbazîyan de dengê xwe dan da ku sê kursîyên vala yên Meclîsê pir bikin.

Yê Demokrat Shontel Brown, berbijarê Komarî Laverne Gore têk bir û kursîyek nûnertîya Navçeya 11emîn a Kongreyê ya Ohio bi dest xist.

Herwiha komarî Mike Carey bi têkbirina yê Demokrat Allison Russo kursîya nûnertîya Navçeya 15emîn ya meclisa Ohio bi dest xist.

Hilbijartina seretayî ya Demokrat di pêşbazîya dagirtina kursîyek vala ya Navçeya 20an ya meclisa Florida pir nêzîk bû ku roja Çarşemê serkeftina wî bihê ragihandin. Yê Komarî Jason Mariner berbijêrîya partîya xwe bi dest xist, lê kîjan Demokrat derkeve, tê çaverêkirin ku di hilbijartina taybetî ya Çile de li navçeyên ku giranîya demokratan heye biserkevin.